25 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê bûyera li Mînayê da wiha got: "Ya rast helwesteke ne baş e meriv rabe û ji Erebistana Siûdî ra bibêje sûcdar ev e û ji hinekan ra fatûre derxe. Berevajiyê vê heta niha di farîzaya hecê da ku ez çûme, min bixwe dîtiye ku di organîzasyonên hecê da çiqas baldar û hesas in. Ji ber vê jî ne rast e meriv bibêje organîzasyon şaş bû, nizanim wiha bû û filan bû. Ez bawer dikim ku rêveberiya Erebistana Siûdî çawa piştî qezaya înşeatê bi biryar hewl da, wê der barê vê da jî hin biryaran hilde."
Erdogan piştî ziyareta Şaredariya Mezin a Stenbolê, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Erdogan li ser pirsa rojnamegerek a 'Dibêjin bila organîzasyona Hecê ji destê alema Ereban bistînin û bikin organîzasyonekê navneteweyî an jî dibêjin bila Tirkiyê serkêşiyê bike... derbarê vê de nîqaş tên kirin, gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin?' Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li gor hejmarên dawîn, 753 heciyan rehmet kir û wiha pê de çû: "Wekî agahiya dawîn na lê tê gotin ku ji vana 14 jî heciyên tirkin. Ev agahî teqez nîne, xeberên ku niha tên berdestê navenda diyanetê wiha ne."
Erdogan got ku heta niha derbarê bûyera li Hecê qewimî de daxuyaniyên cuda hatin parvekirin û wiha dewam kir: "Hinek dibêjin bila organîzasyonê gel hev bikin, hinekên din dibêjin na û her wekî din. Divê mirov li gor hestên xwe tevnegere. Berî her tiştî ez ji nêz ve teqîb dikim û baş pê zanim ku Erebistana Siûdî heta îro di qada binesazî û avahîsaziya li wir de gelek plan û proje çêkirin. Ez pir baş zanim ku ew li ser rêya çûnûhatinê çiqas xebitîn. Niha hinek dibêjin ji ber têrnekirin û astengiyên orhganîzasyonê ev îzdiham çêbû, ez van nirxandinan rast nabînim. Lewra li ser pişta kesên ku van gotinan dibêjin berpirsiyasî tune. Ji ber vê jî bi rastî çi tê ser zimanê wan bi hêsanî dibêjin."
Erdogan got: "Ya rast helwesteke ne baş e meriv rabe û ji Erebistana Siûdî ra bibêje sûcdar ev e û ji hinekan ra fatûre derxe. Berevajiyê vê heta niha di farîzaya hecê da ku ez çûme, min bixwe dîtiye ku di organîzasyonên hecê da çiqas baldar û hesas in. Ji ber vê jî ne rast e meriv bibêje organîzasyon şaş bû, nizanim wiha bû û filan bû. Ez bawer dikim ku rêveberiya Erebistana Siûdî çawa piştî qezaya înşeatê bi biryar hewl da, wê der barê vê da jî hin biryaran hilde."
Erdogan wiha dewam kir:
Xwedê rehma xwe li wan kesên ku di îzdihamê de mirin bike. Hêsan nîne. Zêdetirî 4 milyonî hecî di carekê de ketin erdê. Bûyereke wiha nayê qebûlkirin, ne hişê me ne jî dilê me vê qebûl nake. Xwedê rehma xwe li wan bike. Ez bawerim dê ji vir û pê de zêdetir tewdîr bên hildan. Lê belê helwesteke ne baş e meriv rabe û ji Erebistana Siûdî ra bibêje sûcdar ev e û ji hinekan ra fatûre derxe."
- Sûriye
Serokomar Erdogan got ku niha li Sûriyê rêxistineke terorê ya wekî DAEŞê heye û destnîşan kir ku nêrîna wan a ser polîtîkaya Sûriyeyê neguheriye û wiha axivî: "Ya ku ez qala wê dikim ev e, hûn jî dizanin ku niha pirsgirêka DAEŞê heye. Ji aliyê din ve nêzîkbûna rêxistinên din jî li meydanê ye. Helwesta rejimê jî li ber çavan e. Ez niha behsa pêvajoya xebatê û di vê pêvajoyê de rola welatan dikim. Yanî dema ku ez dibêjim merhaleya derbasbûnê, ez qala vê merhaleyê dikim."
Serokomar Erdogan bal kişand ser rewşa Sûriyeyê got ku, rizgarkirina Sûriyeyê bi destê Esed mimkun nîne û wiha axivî:
"Heke Esed qasî zereyî misqal ji Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê hez dike dibê dev ji vî karî berde û here. Tu derdekê me bi karên navxweyî yê Sûriyeyê ra tune, lê belê 911 kîlometre sînorê me heye dibê ne Esed ne jî dinya vê ji bîr nekin. 911 kîlometre sînorê me heye û nika em bi tehdîda rêxistinên terorê yên li wê derê ra rû bi rû ne. Em encax qasî ciyekî dikarin sebr bikin. Ji wê şûn da sînorê sebrê jî heye. Niha em 2 milyon însanî xwedî dikin, me deriyên welatê xwe ji wan re vekir. Çima em vedikin? Em misilman in. Em ji xiristiyana re jî deriyên xwe vedikin, êzdî tên em wan jî digrin hundur. Me ji tu aliyekê re deriyên xwe negirtin, çima? Ew însanin. Ma ji bilî me yek wiha tevdigere? Naxêr."