SANA
Hat ragihandin ku, hêzên koalîsyonê yên ku sêrkêşiya wan Erebistana Siûdî dike, hedefên Tevgera Şiî Ensarullah (Hûsî) ên li bajarê Taîz û el-Hûdeydeyê bombe baran kir.
Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin hildan, hêzên koalîsyonê yên li Yêmenê, êrîşên hewayî birin ser 67emîn Tûgaya Parastina Hewayî û 65emîn Boluka girêdayî 130yemîn Tûgaya Hewayê.
Hat diyarkirin ku hêzên koalîsyonê, li bajarê Taîzê jî 22yemîn Tûgaya Mihafizên Komarê û Baregeha Hewayî ya Tariq bombebaran kir.