HATAY
Hêyva Sor a tirkan 50 ton xwarin alîkarî şand Îdliba bajarê Sûriyeyê.
Kordînatorê Operasyona Alîkariya Mirovî ya Sûriyeyê ya Heyva Sor a Tirkan Fatîh Ayhan Balli got ku hewcedariya mirovên Îdlibê bi xwarin û stargehan heye û ji bo vê wan 2 tir alîkarî şandin Îdlibê.
Balli daxuyand ku tir li Reyhanliya navçeya Hatayê li ser deriyê sînor ê Cîlvegozuyê hatin şandin û ev alîkarî têra qasî 2 hezar û 640 malbatan dike.
Balli wiha dewam kir: "Ev 10 rojin Îdlib tê bombebarankirin. Heta niha Tirkiyeyê alîkarî daye her kesî û ev tê zanîn. Di serî de Serokomarê me hemû rayedar girîngiyê didin vê. Em hewl didin ku baş mazuwaniya mêvanên xwe yên sûrî bikin.Ji bo ku em alîkariyê bişînin gelê li Sûriyeyê mane jî em bangî rêxistinên sîvîl ên civakî dikin. Emê sibê jî 5 hezar betaniye bişînin."