04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokê Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalifên Sûriyeyê Xalid Xoce: "Îdiayên Rûsyayê ku dibêje Tirkiye bi DAEŞê ra ticareta neftê dike, wekî henekan e. Heger ticaretek hebe ew jî di nav DAEŞ û rejimê da ye."
Xoce daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Sûriyeyê têkiliya di navbera DAEŞ û rejimê da eşkere ye û wiha got: "Rûsya dixwaze Artêşa Sûriyeya Azad qels bibe û Helebê dorpêç bike."
Xoce destnîşan kir ku Heleb keleha herî girîng a Artêşa Sûriyeya Azad e û wiha got: "Heger bi alîkariya Tirkiyeyê li wir herêma ewle were avakirin, wê DAEŞ têk here. Bi vî awayî wê hewldana PYDyê ya ji bo Efrîn û Feratê jî têk here. PYD dixwaze rojhilatê Ferat û Efrînê bigihîne hev. Lewra Rûsya loma bi hemû hêza xwe diçe ser wir."
Xoce der barê îdiayên Rûsyayê ku dibêje Tirkiye bi DAEŞê ra ticareta neftê dike da jî wiha xeberda: "Îdia wekî henekan in. Dema em li nexşeyê binihêrin rêya firota neftê eşkere ye. Divê konvoy him ji ser PYDyê û him jî ji ser rejimê ra derbas bibin. Heger ticaretek hebe ew jî di nav DAEŞ û rejimê da ye."