GAZİANTEP
Milîtanên DAEŞa rêxistina terorê, li Cerablûsa ser Helebê aliyê ku dikeve nêzî sînorê Tirkiyê, bi makîneyên kar, dest bi kozikvedanê kir.
Ji danê sibê vir ve li Cerablûsa hemberî Karkamişa navçeya Gazîantebê qelebalixek heye. Hat dîtin ku bi 3 makîneyên kar li nêzî sînorê Tirkiyê kozik tên kolandin û milîtanên DAEŞê jî derdora xebatkaran digerin.
Herwiha li herêmê eskerên Tirkiyê hene û ji danê sibê vir ve, di navbera esker û milîtanan de şer çênebû, tifing nehatin teqandin.
Ji başûrê bajêr, bi şev dengê şer û topan hatibû.