Haydar Şahin
03 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Hat ragihandin ku di erdheja bi lerza 6,8an a li Ambona paytextê Malakuya eyaleta Endonezyayê di 26ê îlonê da çêbibû da hejmara miriyan derkete 36an.
Li gor xebera rojnameya Tempoyêû, Farida Salampessyya Seroka Ajansa Rêveberiya Afatê ya Malakuyê diyar kir ku di encama lêkolîna li ser erdheja li herêmê da hat tesbîtkirin ku hejmara miriyan ji 30yî derkete 36an.
Salampessyyê destnîşan kir ku li Malakuya Navîn 15, li Ambonê 11, li Seramê jî 10 kes mirin.
Rayedarên Ajansa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî jî diyar kirin ku ji 6 hezarî zêdetir avahiyî zirar dîtî, xebatên ji bo xurekê bidin mexdûran û wan sitar bikin dewam dikin.
Wekî mayîn ji ber erdhejê li herêmê hetanî 9ê cotmehê rewşa acil hatibû îlankirin.
Li Ternateya herêma eyaleta Malakuyê di 14ê tîrmehê da erd bi lerza 7,3yan hejiyabû û di erdhejê da 6 kes miribûn.