Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê Eşref El-Kudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de 7 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.
Kudra got ku hêzên Îsraîlê ji behrê ve jî êrîş birin li ser bajarê Refahê û di encamê de 2 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa Deyr Belahê de jî filîstîniyek mir.
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hejmara miriyên filistînî derket 358an, hejmara birîndaran jî bû 2 hezar û 685an.
Di 7ê tîrmehê de Îsraîlê li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" dest bi operasyonê kiribû. Piştî vê operasyonê jî şeva pênşemê dest bi operasyonên bejayê kiribû.