İSTANBUL
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş diyar kir ku hin tiştên wek "PKKyê di meha adarê da ji çiyê peya be" tên parvekirin, raya giştî dixapînin ü bi van gotinan pêvajoya çareseriyê bi derengî dixin. Heke PKK di meha adarê da ji çiyê peya be em li dijî vê nînin lê ev tiştekê rastînî nîne.
Demirtaş beşdarî "Konferansa Behra Sipî ya 2an a Çepgiran" ya ku ji aliyê Partiya Çepgir ya Ewropa hat lidarxistin bû ü di vekirina konferansê da axivî. Demirtaş destnîşan kir ku Tirkiye, Ewropa û Rojhilata Navîn ji pêvajoyeke kirîtîk derbas dibin, şert û mercên demeke wiha zehf giran in.
Selahattîn Demirtaş diyar kir ku kêmasiya herî mezin ew e ku yekîtiya hegemonyayê ya ku di şexsê AK Partiyê da pêk tê di eniya berxwedanê da tune û wiha got: "Ev 3 roj e mixalefet di parlementoyê da li dijî qanûna zilmê berxwe dide, lê belê AK Partî zêhniyeta xwe bi piratîkên xwe va nîşan dide."
Demirtaş îdia kir ku AK Partî tetbîqkerê herî mezin ê sîstema kapîtalîst e û wiha pê da çû:
"Ji bo ku pêşî li tehrîbatên ku AK Partiyê di civak û sîstemê da çêkir bê birîn dibê siyaseteke antîkapîtaîlst bê avakirin. Wezîfeya ku dikeve ser milên me ew e ku îmkaneke wiha nedin revê û berpirsiyariya xwe bînin cî. Em wek partî vê îmkanê dibînin û çi hewce bike jî hetanî ji destê me tê dikin. 7ê hezîranê ji paşvexistina AK Partiyê îmkaneke mezin dide destê me. Di van 12 salên dawiyê da firsenda herî mezin ev e. Ew ê li aliyekî hikûmet û îqtidara ku ji qewetê ketiye, li aliyê din jî hêzên mixalefetê yên ku xwedî nêrîneke azadiyê ne hebin. Heke evana di vê demê da li dijî AK Partiyê hewl nedin, serkeftî nebin berpirsiyariya vê li ser histûyê AKPê nîne. Ev ê wek serkeftina AK Partiyê neyê nivîsandin. Wek têkçûyina çepgiran bê nivîsandin. Hilbijartinên 2015an vê firsendê dide me."
Demirtaş diyar kir ku encama ku bi dest bixin ew ê wek serkeftina netew, bawerî û mezhebekî nebînin, dibe wek serkeftina çepgiran derkeve holê û wiha got: "Dibê vê wek serkeftineke derketina çepgiran bê dîtin û wek destpêka meşa ji bo îqtidarbûna çepgiran a 2019an bê nirxandin. Ev ji bo me xewn nîne. Rastiya civaka Tirkiyeyê xwediyê mixalefeteke wiha ye. Geşedaniyên herêmê vê îmkanê didin me. Heke em bên bal hev û bi dînamîkên civakê va di tevgerê da bin ew ê ji bo wezîfeya me ya ji bo gelên Tirkiyeyê ji me ra bibe firsendeke dîrokî. Helbet di hilbijartinên 7ê hezîranê da şoreşekê dernekeve holê lê belê êdî AKPyê bi serê xwe nebe îqtidar û misyon û wezîfeyeke mezin ê ji bo HDPê derkeve holê. Îtifaqên qismî yên ku ji bo hilbijartinên 7ê hezîranê tên kirin ew ê ji bo me bibin bingeha îtifaqên mezin."
- Pêvajoya Çareseriyê
Demirtaş piştî axaftina xwe pirsên rojnamevanan bersivand.
Ji Demirtaş pirsîn ku eleqeya rewşa dawîn a pêvajoya çareseriyê û îstifakirina Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan bi pêvajoyê ra heye an tune, Demirtaş got ku piştî hevdîtina dawîn a bi Îmraliyê ra di çapemeniyê da hat gotin dibe ku daxuyaniyeke hevpar bê dayîn û wiha pê da çû: "Daxuyaniya hevpar yê ji bo li ser kîjan xalan xeberdin, destpêkirina mizakereyan çawa be bûya. Ew ê li ser gavên ku ji bo demokratîkbûn û azadiyan tên avêtin û gavên ku dibê PKK û KCK biavêje wek bangekî bûya."
Demirtaş diyar kir ku eleqeya îstifakirina Fîdan û geşedanên dawiyê tunin, dibê vî tiştî AK Partî binirxîne.
- Pakêta ewlekariya navxweyî
Demirtaş li ser pirseke der barê Pakêta Ewlekariya Navxweyî da destnîşan kir ku di vê mijarê da helwesta wan eşkere ye û bi êrîşên tundiyê yên di meclisê da jî derkete holê ku ev helwesta wan çiqas rast e.