BURSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç: "Îro AA bi 8 zimanî weşanê dike. Ji 8 zimanî abone hene û pere qezenc dike."
Arinç beşdarî konferansa bi navê "Xîmên Dîrokî yên Tirkiyeya Nû" ya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Ataturk a Merînosê bi destê Yekîtiya Nivîskar û Akademisyenên Dewletên Îslamê hat çêkirin bû û di konferansê da axivî.
Arinç destnîşan kir ku armancên Tirkiyeyê yên ji bo 2023, 2053 û 2071an hene û got ku ev armancên girîng in.
"Îro AA bi 8 zimanî weşanê dike"
Arinç di axaftina xwe da bal kişand ser xebatên Anadolu Agencyê (AA) û wiha got: "Dema ez bi AAyê ra eleqedar dibûm, di AAyê da bi hezaran xebatkar hebûn. Budçeya AAyê xêm bû. Carêcarkî ji Wezîrê Darayiyê pere dixwestin. Min ji midûrê wê demê pirs kir ku hûn çi dikin? Got, 'Em ji bankeyê distînin û dema em ji Wezîrê Darayiyê distînin, didin bankeyê. Lê îro rewş wiha nîne. Îro AA bi 8 zimanî weşanê dike. Ji 8 zimanî abone hene û pere qezenc dike."
Arinç bi bîr xist ku di serdana xwe ya Qatarê da tevî prens çûne serdana televizyona Al Jazeerayê û wiha dewam kir:
"Qala xwe kirin û min jî got AA wiha wiha dike. Ji min ra gotin em jî dixwazin li Balkanan bixebitin. Min jî got em ji we ra bibin alîkar. Kêfxweş bûn. AA li Balkanan du sal û nîv berê dest bi weşana boşnakî û xirwatî kir. Bi hezaran aboneyên me hene. Nûçeyên wê herêmê ji weşana me diçe. Min ji wan ra got em nûçeyên bi kurdî, erebî, îngilizî û frensî bidin we. AA bi ernawidî weşanê dike. Bi 8 zimanî weşanê dike. Heger em ji AFPyê hîn bibin ku li alema Îslamê çi dibe, nabe. Divê em ji çavkaniyên ewle nûçeyên xwe hildin."