Türkan Tosun
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
XEZE
Hemasê ji ber piştgiriya meseleya Filistînê û alîkariya Xezeyê spasiya Qeterê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê de wiha hat gotin: "Ji ber sekna di mijara Filistînê de û bi taybetî alîkariya wê ya ji bo gelê Xezeyê ya ku di nav qeyraneke mirovî ya mezin de ye em spasiya Qetarê dikin."
Hat gotin Hemas di alema Ereban û Îslamê de xwedî cihekî girîng e û hemû welatên bira divê alîkariyê bidin Xezeyê.
Serokê Komîteya Jinûvaavakirina Xezeyê ya Qeterê Mihemed el Îmadî duh di civîna çapemeniyê de got Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî telîmat daye ku ji bo Xezeyê alîkarî bê kirin û alîkariya 9 milyon dolarî gihîştiye herêmê.