İbrahim Atmaca
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku li dijî mensûbên DEAŞa rêxistina terorê yên ku li deverên çiyayî yên başûrê Kerkûkê xwe veşartine, operasyoneke berfireh dest pê kir.
Midûrê Polêsên Kerkûkê Xetab Omer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Piştî ku milîtanên DEAŞa rêxistina terorê êrîşî unsûrên Heşda Şebî kir, li herêmê operasyonê dest pê kir."
Omer diyar kir ku bi operasyonê va ew dixwazin bermahiyên DEAŞê ji herêmê paqij bikin û wiha dewam kir: "Polêsê federal, artêşa Iraqê û Heşda Şebî operasyon da destpêkirin û operasyon wê li başûrê bajêr li qadeke mezin were kirin. Berî niha operasyonên bi vî rengî hatin kirin, lê li deverên çiyayî hê hin milîtanên DEAŞê yên ku xwe veşartine, hene."
Omer bi bîr xist ku duh li başûrê Kerkûkê, nêzî gundê Saduniyeyê pevçûn derketibû û tê da 27 unsûrên Heşda Şebî hatibûn kuştin û destnîşan kir ku milîtanên DEAŞê yên ku xwe li deverên çiyayî veşartine, dixwazin bi êrîşên lokal va îstiqrara herêmê xerab bikin.