Elif Orhan
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
CENEVRE
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El Huseyn got ku nîşaneyên xurt hene ku li Myanmarê ji 25ê tebaxa 2017an vir ve hember misilmanên Arakanî komkujî tê kirin.
Huseyn du rûniştina 37emîn a Konseya Mafên Mirovan a NYyê de axivî û diyar kir ku fikarên wan ên mezin ên wekî ku ji bo nêzî 900 hezar misilmanên Arakanî yên ku mecbûr man xwe bispêrin Bangladêşê û civaka misilman a li Myanmarê ma dewam dikin.
Huseyn got ku "Ofîsa min (Ofîsa Konseya Mafên Mirovan) wisa bawer dike ku li eyaleta Arakanê hê jî paqijiya etnîkî dewam dike."
Huseyn hişyariya hikûmeta Myanmarê bi buldozeran ji ser gorên komî derbas dibe û bi vî awayê zanebûn hewl dide ku "sûcên dijî mirovahiyê hatine kirin" jî di nav de delîlên "sûcên navneteweyî" yên muxtemel ên ku hatine kirin tune bike û wiha axivî:
"Qurbaniyan rapor kirin ku hêzên ewlehiyê û milîsên herêmî bi bûyerên kuştin, destdirêjî, êşkence û revandinê û bi astengkirina gihana mahsulat û çavkaniyên xurekê misilmanên Arakanî bi zanebûn birçîbûnê re rû bi rû dihêlin. Wekî ku Konsey jî haj bi vê yekê heye gumanên xurt ên ofîsa min hene ku li eyaleta Arakanê ji tebaxê vir ve çalakiyên komkujiyê kirine."
Huseyn bangî Konseya Mafên Mirovan kir û xwest ku ji bo ku berpirsyariyên sûcên dijî misilmanên Arakanî yên Myanmarî hatine kirin bên tespîtkirin û darizandin "mekanîzmayeke serbixwe û bêalî ya nû" bê avakirin.
- Qirkirina etnîk a hember misilmanên Arakanî
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) sala par ji 25ê tebaxê vir va ji ber tundî û zexta li Myanmarê 655 hezar Misilmanên ji Arakanê xwe sipartine Bangladêşê. Li gor agahiyan salên 1970î da li Arakanê qederê 2 milyon Misilman hebûn û ji ber tundî û zexta sîstematîk ev jimar daketiye 350 hezarî.
Li gor dîmenên saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî li herêmê qederê 350 gundên Misilmanan hatin şewitandin.