HEWLÊR
Serşêwirmendê Serokwezîr Ahmet Davutoglu Etyen Mahçupyan wiha got: "Dewlet û civaka Ermenistanê li gor dîasporaya ermeniyan zêdetir amade ye ku bi Tirkiyeyê ra bikevin nav têkilî û pêwendiyan. Ji ber vê jî salvegera sedemîn a bûyerên sala 1915an firsendeke mezin e."
Mahçupyan li Hewlêrê beşdarî panêla bi navê "Tirkiye, Kurd û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê" bû û li vir pirsên nûçegihanê AAyê yên der heqê bûyerên ermeniyan yên di sala 1915an da bersivand.
- Meriv dikare têkiliyan baş bike
Mahçupyan destnîşan kir ku salvegera sedemîn a bûyerên ermeniyan ji bo têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê baş bibin firsendeke mezin e û wiha got: "Dewlet û civaka Ermenistanê li gor dîasporaya ermeniyan zêdetir amade ye ku bi Tirkiyeyê ra bikevin nav têkilî û pêwendiyan. Em tenê dengê dewletê dibihîzin, dewlet jî wekî dewletê diaxive û ji me ra tund xuya dike. Ku meriv li sikak û kolanên Ermenistanê digere û bi gel ra diaxive rewş wiha nîne. Li Tirkiyeyê rewşa gel çawa be, li Ermenistanê jî wisa ye. Mirov dixwazin nêzî hev bibin."
Mahçupyan diyar kir ku di navbera her du civakan da "hesret" heye û wiha dewam kir: "Her du gel zarokên heman çandê ne, heman sitran û kilaman guhdarî dikin û heman tiştan dixwînin. Yanê di navbera her du civakan da hesret heye û dixwazin nêzî hev bibin. Lê em li dinyayeke neteweyî dijîn û sînor û dewlet hene. Ev rewş mijarê formel dike, dema rewş formel dibe, bazar û berjewendî derdikevin pêş. Ev têkiliyan qut dike û sarîtî çêdibe."
Mahçupyan der heqê banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo ku Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkîsyan beşdarî merasima bîranînê ya Şerê Çanakkaleyê bibe da wiha axivî: "Ev bang li hemû dinyayê hatiye kirin. Lewra bangî Ermenistanê jî kir. Ev aliyekî meseleyê ye. Ya din jî dema em li leşkerên ku li Çanakkaleyê dinihêrin, di navbera wan da ermenî jî hene. Heger têkiliyeke manewî ya Ermenistanê bi ermeniyên berê ra hebe, ev Ermenistanê eleqedar dike. Ji ber vê jî sembolîk be jî Ermenistan tevkî bernameyê bibe, wê encamên erênî derkevin. Li gor texmîna min wê Ermenistan destek bike. Lê dîsa jî dewlet li gor moralê tevnagerin. Dibe ku li gor berjewendiyan tevbigere. Digel vê Sarkîsyan jî got ku 'me jî gazî we kir, lê hûn nehatin' û filan û bêvan."
Mahçupyan diyar kir ku dawiya dawî pêwistî bi têkiliyên eşkere û ji dil heye û wiha got: "Li gor min ev li ser dewletan da nebe. Divê di navbera civakan da têkilî û pêwendî hebin. Divê bi rêyên enformel ev were kirin. Ez mînakeke biçûk bidim. Tevgerên jinan ên her du aliyan jî hene. Heger di navbera wan da têkilî çêbe û çûyîn hatin hebe, wê bi kêrî meseleyê were. Divê ev rê were ceribandin. Lewra tim mêr şer dikin. Ji ber vê jî divê em zêde li ser nefikirin û bi têkiliyên eşkere û ji dil tevbigerin."
- "Salvegera bûyerên 1915an girîng e"
Mahçupyan destnîşan kir ji ber ku salvegera bûyerên 1915an e, ev girîng e û wiha peyivî: "Serokwezîr Davutoglu ji bo Hrant Dînk peyamek da. Ev zehf muhîm e. Piştî ewqas salan dibêje Hrant ji Anadoluyê ye û li nasnameya xwe û Tirkiyeyê xwedî derket. Helbet îsal salvegera 1915an e. Ji ber vê jî îsal girîng e. Wê Tirkiye gavên erenî bavêje, lê divê ji bo gavên rêkûpêk mekanîzmayek hebe."
Mahçupyan di berdewamiyê da wiha xeberda: "Divê têkiliyên însanî xurt bibin. Ji bo vê jî sala 2015an derfetek e. Gavên ku bên avêtin wê têkilî û pêwendiyan xurt bike. Dibe ku hin ermenî cardin bibin hemwelatê Komara Tirkiyeyê. Hin ermenî cardin li Tirkiyeyê bi cî bibin. Divê rê li ber van were vekirin. Ji ber vê jî divê derûnî biguhere û ji bo pêşerojê proje hebin. Heger îsal baş were emilandin wê gavên baş bên avêtin."