Türkan Tosun
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
SILÊYMANIYE
Hîva Sor a Tirkiyeyê tîma alîkariyê ya ewil e ku piştî erdheja ku navenda wê Helebçeya navçeya Iraqê ye û bi lerza 7,2 mezin çêbû, gihîşte herêmê.
Piştî erdhejê Hîva Sor a Tirkiyeyê ji bo ku di demeke kin de xwe bigihîne hewara erdhejzedeyan bi rê ket û gihîşte Derbendîxana navçeya Silêmaniyeyê ya ku herî zêde zirar dîtiye.
Li navçeyê ji ber erdhejê gelek avahiyan zirar dît û hin avahî jî hilweşiyan.
Xebatkarên Hîva Sor a Tirkiyeyê li herêmê geriyan, xwarin û alavên din gel belav kirin.

Oguzhan Demirê Berpirsyarê Lojîstîk û Operasyonê yê Hîva Sor a Tirkiyeyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ewê rewşa gel binêrin û avahiyên xisar dîtine tespît bikin û hewce bike ewê tîmên din jî ji bo piştgiriyê bixwazin.
Demir got ew wek saziyeke alîkariyê ya ewil gihîştine herêmê û wiha axivî: "Em bi mirovan re diaxivin. Emê alîkariya ku ji xurek, betaniye, tulumên xewê û alavên din pêk tê belav bikin. Lerza depremê mezin bû lê şikir qasî ku em tirsiyan xisar tune. Li hember her rewşê li Iraq û Tirkiyeyê tîmên me yên amade disekinin hene, heke hewce bike emê bişînin."

Taha Salih Mihemedê li navçeya Derbendîxanê dijî got mala wî ya du qat hilweşiya û wiha axivî: "Em pênc kes li malê dijiyan. Dema erdhejê em tirsiyan û me xwe avête derva û em jê xilas bûn. Şikir kes nemir û birîndar nebû. Piştî ku em derketin derva avahiya me hilweşiya. Niha ez, jin û zarokên xwe em li mala cînaran dimînin."