Fatih Gazioğlu
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Navenda Lêgerîna Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihand ku mezinahiya erdheja ku li Helebçeya Iraqê ya nêzî sînorê Îranê çêbû 7,3 ye.
Li gor agahiyên ku ji malpera USGSyê ya fermî de hatin dayîn, erdhej duh evarê di saet 21.18an de 23,2 kîlomêtre di bin erdê de çêbûye.
Li gor agahiyên dawî yên ku ji rayedarên îranî û iraqî hatin hildan, di erdhejê da li Îranê 328 kes mirin, 3 hezar û 950 kes jî birîndar bûn. Li Iraqê jî 7 kes mirin û 425 kes jî birîndar bûn.