14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
HELEB
Li Sûriyeyê herêma rojhilatê Helebê di êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wî da beriya agirbestê di du rojên dawîn da 67 sivîl hatin kuştin. Li herêmê ji 15ê sermawezê heta niha hejmara kesên ku hatin qirqirin ji hezar û 71î derket hezar 138an.
Agirbest bi navbeynkariya Tirkiyeyê û pêşengiya Rûsyayê duh di saet dora 19.00an da ket rewacê li ser vê hêzên rejimê û hêzên muxalif êrîşên xwe kuta kirin.
Midûrê Parastina Sivîl ê Helebê Necîp Ensarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beriya agirbestê di êrîşên rejimê yên duh û pêr da 67 sivîl hatin kuştin. Ensarî got ku di bin kavil û li kuçe û kolanan cesed gelek zêde ne.
Bi êrîşên dawîn ên rejimê va hejmara sivîlên ku li herêmê ji destpêka êrîşê heta agirbestê hatin qirkirin jî gihîşt hezar 138 kesan.
Berpirsê çapemeniyê yê Navenda Parastina Sivîl a Helebê Îbrahîm Ebû Leys jî got: "Ji ber bombebarandinê bi hezaran kesên li herêmên di bin kontrola muxalifan da bûn dîsa koçî derên teng ên di kontrola muxalifan da ne kirin. Bi malbatên xwedî zarok in ra tiştekî ku bixwin tuneye. Kesên ji cih û warê xwe bûne niha di kuçe û kolanan da dimînin. Sivîlên ku ji ber şer reviyan li cihê kom bûbûn rastî êrîşê hatin. Zarokên li kuçeyan li halê bavê xwe digirîn. Mêr li halê xwe digirîn. Malbat bê zarok man. Ji kesên ku em duh rast hatin xanim yekî welidî û ji mecbûrî wê şand herêma di bin kontrola rejimê da ye."