QAHÎRE
Alîkarê Serokê Konseya Rêberiya Teşkîlata Birayên Misilman Hayrat Şatir ku di girtîgeha Turayê de ye, hevdîtina bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Wîllîam Burns, Wezîrê Karên Derve yê Katarê Halîd Bîn Muhammed El Atiye, Wezîrê Karên derve yê Mîrektiyên Ereban Abdullah Zayed Al Nahyan û Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê Bernardîno Leon re red kir.
Li gorî çavkaniyên Îxwanê, Şatir li girtigeha Turayê, pêşniyara serdana nûnerên Rojava û Ereban qebûl nekir. Şatir der barê peşniyarê de got ku rayeya hevdîtinên bi heyetan re di destê Serokomarê hilbijartî Muhammed Mûrsiyê ku bi derbeya artêşê ji wezifeyê hat girtin de ye û xwest ku heyet bi Mursî re hevdîtinê bike.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Edeletê İsam el-Aryan jî di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyeke nîvîskî da. Aryan di daxuyaniyê de wiha got: "Ger kesek ku gelê Misrê temsîl dike hebe, ew jî Serokê Misrê yê meşrû Muhammed Mursî ye. Hemû Heyetên ku dixwazin bi meqamên meşrû re hevdîtinê bikin, bila berê xwe bidin Mursî. Lewra yê ku dikare meseleyan çareser bike, bi tenê Mursî ye."
-Dê bi Musî re Hevdîtinê bikin
Heyeta navbeynkar ku ji nûnerên Rojava û Ereban pêk tê, piştî ku pêşniyaza wan ya hevdîtina bi Şatir re hate redkirin, biryar da ku bi Serokomar Mursî re hevdîtinê bike.
Heyet niha hewl dide ku bigihije Mursî û bi wî re hevdîtinê bike.