Haydar Şahin
31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Li Morelosa eyaleta Meksîkayê di girtîgehekê da îsyan derket, di îsyanê da 6 girtî hatin kuştin û 2 girtî jî birîndar bûn.
Rayedarên eyaleta Morelosê diyar kirin ku di girtîgeha li başûrê bajaroka Cuernavacayê da îsyan derket.
Rayedaran destnîşan kirin ku di îsyanê da 6 mehkûm hatin kuştin û 2 mehkûm birîndar bûn, 4 gardiyanên girtiyan rehîn girtibûn jî paşê hatin berdan.
Wekî mayîn ji bo îsyanê hildin bin kontrolê gelek polês û esker şandin girtîgehê.