Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya hikûmetê hat weşandin, Barzanî li ser navê herêma Kurdistanê û li ser navê gelê Kurdistanê sipasî pêşkêşî Fransayê kir ku Fransayê ji bo alîkariyên leşkerî û mirovahî ya navneteweyî pêşengtî kir.
Barzanî diyar kir, ji bo ku herêma Kurdistanê li malbatên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê malên xwe terk kirin û hatin Kurdistanê xwedî derbikeve, divê alîkariyên navneteweyî bidomin û wiha got: "Heke destekeke bi têra xwe tunebe û bi kampanyayên mezin alîkarî neyên berhevkirin, trajediyeke mirovahî dê derbikeve holê."
Balyozê Bexdayê yê Fransayê Deny Gauer jî got ku ew ji pêşveçûn, îstiqrar û ewlehiya herêma Kurdistanê pir kêfxweş e û ragihand Fransa li dijî terorîzmê dê bi kurdan re bibe. Gauer bal kişand, ji bo ku welatên Ewropayê alîkariyê bidin herêma Kurdistanê, Fransayê hewleke mezin da.
- Hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Basîl û Barzanî
Ji aliyekî din ve Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Cibran Basîl jî ji bo karên fermî li Iraqê ye. Nêçîrvan Barzanî Basîl jî qebûl kir. Basîl got: "Hatina min a Hewlêrê nîşaneya desteka welatê min e."
Barzanî jî got: "Piştî ku terorîstan êrîşî Iraq û herêma Kurdistanê kir, ev cara ewil e ku ji welatên ereban wezîrek hat serdana me."
Barzanî li ser rûdanên siyas, yên Iraqê jî sekinî û got ku ew ê tevî pêvajoya hikûmetavakirina nû bibin û di demeke kurt de ew ê dest bi mizakereyan bikin.
Ji bilî vê Serokwezîr Barzanî bi Serokê Komîsyona Parastinê ya Parlementoya Ingilistanê Rory Stîwart re jî hevdîtin kir. Li gor daxuyaniya ku hikûmeta HKIyê da, serdana Komîsyona Parastinê li ser daxwaza Serokwezîrê Ingilistanê Davîd Cameron çêbû.
Barzanî di hevdîtinê de destnîşan kir, ji bo ku gefên terorîstan ên li ser kêmnetew û mensûbên dînên din xelas bibin, divê li herêmê xeteke parastinê ya navneteweyî çêbibe.