Di 91 welatên ku ber bi pêşveçûnê ve diçin de ji ber pevçûn û rewşa aboriyê qasî milyar û nîvek mirov di nav feqiriyê de dijîn. Saziyên navneteweyî û welat ji bo xwarin, xurek, tendurîstî û perwerdeyê alîkariyê didin van mirovan.
Tirkiye jî di salên dawîn de ji ber ku piştgiriyê dide van mirovan ji hêla alîkariyan de di dinyayê de rêza çarem de cih digre. Ji Xezeyê bigre Iraqê, ji Somaliyê bigre Bosna Hersekê, Tirkiye ji 150î welatan zêdetir welatan de alîkariyên xwe didomîne. Lê di van mehên dawîn de herî zêde alîkariyê dide Iraq û Xezeyê.
Li gor Rapora Alîkariya Mirovî ya Kurewî ya par hat weşandin Tirkiye di alîkariyên mirovî yên acil de çaremînê dinyayê ye û Tirkiyeyê 8 milyon dolar alîkarî da tirkmenan.
Ji bilî vê Tirkiyeyê alîkariya êzdiyên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê direvin jî kir. Sûriyên ku ji ber zilma Esed reviyane jî xwe partine Tirkiyeyê û penaberên sûrî li bajarên cuda ên Tirkiyeyê de kampan de dimînin.
- Rapora Pêşveçûnê ya Mirovî
Li gor Rapora Pêşveçûnê ya Mirovî ya ku Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) amade dike, di 91 welatan de qasî milyar û nîvek mirov di nav feqîrî û perîşaniyê de dijîn.
Li gor raporê, milyar û nîvek mirov nikarin ji hêla xwarin, perwerde û tenduristiyê ve jiyana xwe bidomînin. Alîkariyên ku ji bo van mirovan tê dayîn, ji Dahatiya Navxweyî ya Nesafî ya kurewî ji sedî 2 kêmtir e.
Di raporê de bang hat kirin ku ji bo feqîriyê divê hevkariyeke navnetewî bê kirin.
Dîsa li gor agahiyên NYê di 10 salên dawîn de li 900î zêdetir welatan de xebatkarên alîkariyê li ser wezîfeyên xwe mirine. Par hejmara xebatkarên alîkariyê yên ku di êrîşan de mirine jî li gor sala dawîn ji sedî 66 zêde bû û bû 155 kesî.
- Roja Xebatkarên Alîkariya Mirovî û Alîkariya Mirovî
Lijneya Giştî ya NYê di sala 2008an de biryar da ku 19ê tebaxê bibe Roja Alîkariya Mirovî ya Dinyayê.
19ê tebaxa sala 2003an li Bexdayê nêzîkê navenda NYê wesayîtek hat teqandin û Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Sekreterê Giştî yê NYê Sergîo Vîeîra de Mello jî di nav de 21 kes miribûn. NYê daxuyand ku 19ê tebaxê bila bibe roja kesên ku li ser kar mirine.