Azat Muhammet
18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
DIHOK
Fermandeyê Hêza Parastina Êzidîxanê Heyder Şeşo, ragihand ku ewî partiyeke nû bi navê "Partiya Demokrat a Êzidî" ava kiriye.
Heyder Şeşo, ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî û agahiyên der barê avakirina partiyê de dan.
Şeşo li ser damezrandina partiyê wiha agahî dan:
"Min ji wezîfeya xwe ya li YNKyê dest kişand û partiyeke nû ava kir. Lewra ji aliyê yasayî ve kesek nikare di du partiyan de cih bigire. Min ji bo parastina heqê êzidiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê partiyek nû ava kir."
Şeşo ragihand ku partiya wî ji Iraqê destûr wergirtiye û got: "Ji ber herêmên bikêşe yên di çarçoveya madeya 140î de girêdayî Iraqê ne min destûr ji Hikûmeta Bexdayê wergirtiye."
Herwiha diyar kir ku ew xwe wek partiyeke kurd û Kurdistanî dibînin û wiha axivî: "Wek hemû partiyan emê jî ji bo serxwebûna Kurdistanê bixebitin."
Wek din daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji aliyê qanûnî ve rê bidinê ku partiya xwe li wir jî bike qanûnî û xebatên xwe bimeşîne.