Muhammet Kurşun
18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand ku xelkê êzidî parçeyekî jêneger ê Kurdistanê ye û pabendbûna wan bi nasnameyê hemû plan û sitem pûç kirine.
Barzanî, bi munasebeta Cejna Çarşema Sor a êzidiyan peyama pîrozbahiyê weşand û hêviya xweşiyê kir.
Barzanî, behsa karesatên bi serê êzidiyan de hatine kir û di peyama xwe de cih da van îfadeyan:
" Xelkê êzidî parçeyekî jêneger ê Kurdistanê ye û pabendbûna wan bi nasnameyê hemû plan û sitem pûç kirine. Şikir ji Xwedê re ku bi canfedayiya Pêşmerge terorîstên DEAŞê hatin şkandin."
Li ser şerê DEAŞê û zilma ve rêxistinê li ser êzidiyan jî wiha dewam kir:
"DEAŞê bedelê tawanên xwe da. Serê wan ket bin piyên êzidiyan. Careke din jî bi tu awayî rê nayê dayîn ku belayeke wisa bi serê êzidiyan de were."
Herwiha ragihand: "Dubare dikin ku xelkê Kurdistanê piştgirê êzidiyan e. Em rê nadin ku tu plan bi ser wan de were sepandin. Biryardana li ser çarenivîsa wan tenê û tenê di destê êzidiyan xwe bi xwe de ye."