Önder Beyter
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku heyeteke Amerîkayê ji bo zîrveya muhtemel a di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Koreya Bakur Kim Jong-un da bi heyeta ji Koreya Bakur ra hat cem hev.
Trump der heqê mijarê da li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir ku ji bo plansaziya zîrveya di navbera wî û Kim Jong-un da heyeta Amerîkayê gihîşt Koreya Bakur.
Trump wiha got, "Ez wer bawer im ku potansiyeleke newaze ya Koreya Bakur heye û herwiha rojek ji rojan wê bibe welatekî mezin ê aborî û fînansê. Kim Jong-un jî di vê mijarê da bi min ra ye. Dê bibe."
Ji aliyê xwe va jî Berdevka Wezareta Karên Derva Heather Nauertê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku heyeta Amerîkayê li Koreya Bakur li gundê Panmunjom ku ji çekan hatiye paqijkirin, bi heyeta Koreya Bakur ra hevdîtin pêk anî."
Nauertê wiha got, "Em amadekariyên xwe yên seba civîna di navbera Serok û Serekê Koreya Bakur Kim Jong-un da didomînin."