NETEWEYÊN YEKBÛYÎ - Mustafa Keleş
Li Sûriyeyê nêzîkî 3 salan e ku şerekî navxweyî didome û bi bikaranîna çekên kîmyewî re ji 100 hezaran zêdetir kes mirin. Konseya Ewlehiyê ya NYyê ji ber ku bergiriyan nagire, her roj zêdetir kesên sîvîl dimirin.
Li Şamê ji ber ku di êrîşa bi çekên kîmyewî de ku di nav de zarok bi tevahî 1360 kes mirin. Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-mun bi serokatiya Prof. Ake Sellstrom heyetek ava kir ku li Sûriyê di 3 herêman de lêkolîn bên kirin. Lê hat ragihandin ku heyeta li Şamê hîn dest bi lêkolînên xwe nekiriye.
Dema ku heyet li Şamê bû, êrîşeke nû hat kirin. Civakên navneteweyî dixwazin ku heyeta YEyê bi lez here herêmê û ji herêmê delîlan û tiştan berhev bike. Bi vê armancê, di nav de Tirkiye, Amerîka, Îngilistan û Fransa bi tevahî 35 welatan serî li Sekreteriya Giştî ya NYyê dan ku bila êrîş bê lêkolîn.
Sekreterê Giştî Ban, li ser van daxwazan bi fermî serî li Hikûmeta Sûriyê da û destûr xwest ku bila heyet li herêmê lêkolînan bike. Lê rejîma Esed hîn bersiv nedaye. Hikûmeta Sûriyê ji bo hemû êrîşên kîmyewî, mûxalif sûcdar dikirin. Ji bo ku destûr nede lêkolînan şertên nû dide pêş. Ev jî şikbariyê zêde dike ku çekên kîmyewî bi kar aniye.
Di Konseya Ewlehiyê de hin cudatî hene. Ev jî dibe sedem ku ji bo şerê Sûriyê ya li navxweyî gavên bi bandor bên avêtin. Bi taybetî jî Rûsya piştgiriyê dide rejîma Esed, ev jî nahêle ku Konseya Ewlehiyê ya YEyê bi rehetî gavan bavêje.