Parlementera êzdî Viyan Dexîla li Parlementoya Iraqê got di rûyê Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî el-Malikî û rêvebirên din ên iraqî de tiştên nebaş hatin serê êzdiyan, Mûsil û Şingal ji hêla DAEŞê ve hatin zeftkirin û wiha axivî: "Em li bendê ne ku encamek ji jêpirsînan derkeve. Heke ji daraza Iraqê encamek dernekeve em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin."
Dexîlê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hefta pêş me li Parîsa paytextê Fransayê konferanseke navneteweyî wê bê li dar xistin û wiha axivî: "Ji bo ku felaketa hatiye li serê êzdiyan wek komkujî bê qebûlkirin em ê belgeyên xurt ên ku di destê me de ne bidin saziyên vê mijarê re eleqedar in. Divê ev mijar ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve bê nirxandin. Me serî li hemû rêyan da. Em li bendê ne ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li ser vê mijarê biaxive."
Dexîlê got ku li gor qeydan hê 2 hezar û 500 êzdî di destê terorîstan de ne û wiha dewam kir: "Ji van hezar kes jin in û yên din jî zarok in. DAEŞ ji bo ku zarokan bişîne şer wan perwerde dike. Dema terorîstan Şingal dorpeç kir 5 hezar û 200 êzdî hatin revandin. Heta niha 2 hezar 500 kes vegeriyan. Jin hê di destê wan de ne, mêr jî kuştin."
Dexîlê destnîşan kir ku rojê 100 êzdî Iraqê terk dikin û wiha axivî: "Di dîrokê de 72 felaket hatin serê êzdiyan. Lê talukeya koka wan biqele çênebû. Me xwe heta niha parast û em li ser piyan man. Lê îro mirovên me terka welatên xwe dikin û ev jî felaketeke nû ye."
Dexîlê got ku hikûmeta Iraqê der barê êzdiyan de berpirsyariya xwe nayne cih û wiha dewam kir: "Di civînekî de min ji Heyder el-Îbadî re got ku ev sal û nîvek e tu serokwezîrtiyê dikî, lê der barê vê meseleyê de te tu tiştek nekiriye. Ewî jî ji min re got ku dema behsa êzdiyan tê kirin, dilê wî diêşe û ji ber vê ew behsa vê mijarê nake. Lê vê bersiva wî ez tetmîn nekirim. Hikûmeta Iraqê dikare di vê mijarê de gavên cidî biavêje û bibe wesîle da ku raya giştî ya navneteweyî eleqeyê nîşanî vê mijare bide."
Di tebaxa 2014an de DAEŞê Şingala navçeya Mûsilê û der û dora wê zeft kiribû. Rêxistinê gelek êzdî revandibûn û hatibû îdiakirin ku milîtanan hin jinên êzdî ji xwe re xistine cariye û hinek jî firotine. Li ser êşa jinên êzdî di rojeva dinyayê de berfirehî hatibû axaftin.