Hemin Hüseyin
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
HEWLÊR
Li quntar û bilindahiyên çiyayên Herêma Kurdistana Iraqê xwedîkirina mêşan û hilberîna hingiv ji tarîxeke dûr ve heta niha didome û mêşvan niha jî wî meslekî wek meşxûliyeteke hunerî li Şeqlawaya paytext Hewlêrê li ser piyan dihêlin.
Hingiv wek berekî sûdewer ji bo her cure nexweşiyan û amûrekî bi qazanc di ticaretê de her demê di bala mirovan de maye û xelkê di her wextî de rexbet nîşanî vî nîmetî daye. Hingiv bi sûdewerî û şîfabexşiya xwe bûye dabaşa ayetên Qur'anê û hedîsên Cenabê Pêxember jî.
Welatiyê bi navê Hacî Bezar Ebdullah, li Şeqlawaya qezaya Hewlêrê karê xwedîkirina mêşan û hilberîna hingiv dike. Hacî Bezar, çîroka xwe û destpêkirina vî meslekî ji peyamnêrê AAyê re wiha neqil kir:
"Ji zarokatiya xwe ve digel bavê xwe li dikana hingivfiroşiyê bûm. Bavê min û kalikê min jî hingivfiroş bûn. Zemanê berê hingiv kêm bi dest diket, loma jî daxwaz li serê gelek bû. Min pêşî karê firotinê dikir lê min nêrî nagihê, min dest bi mêşvaniyê jî kir da ku bikarim teleban bicih bînim. Min gelek mêş kirrîn da ku bigihêm armancên xwe. Demên berê di hinek demsalan de daxwaza xelkê li ser hingiv çêdibû. Lê belê ew hingivê ku daxwazan bicih bîne berhem nedihat. Loma me dest avêt rê û rêbazên nû, me sîstemeke nû ava kir."
Mêşvan û hingivfiroş Hacî Bezar, li ser taybetmendiyên mêşan jî diyar kir ku ew sê curên cuda ne û her yek ji karê xwe berpirs e û hemû bi şêweyekî rêkupêk karên xwe dimeşînin. Hacî Bezar got mêş ji nêr, mê û melîkeyê pêk tên û nêr û mê 45 rojan dijîn, lê belê melîke 8 salan zindî dimîne. Li ser vê mijarê wiha agahî da:
"Kar mêşan bi rêya melîke ve tê dabeşkirin. Bi vî awayî karê mêşa mê ku karekerî tê gotin ji biharê heta payizê didome. Ew hingiv kom dike, li hev tîne û di nav kewarê de radixe û bi rêya weşandina perên xwe ku ji jor ve hewayê peyda dike, bi vî awayî hingiv şiklekî din digire, maddeya şekirê cêwî dixe ya fer. Wek din kareker ji duristina radeya şêyê ya di nav kewar de berpirs e. Ev jî li gor rêjeya standart dibe. Radeya şê di nav kewaran de divê 16, 79 pile be, ev ya herî baş e. Eger yek nuqte jî ji vê rêjeyê zêde bibe ew hingiv xera dibe. Gelek caran tu dibînî kesek hingiv datîne nav befirgirê û dibînî ku piştî demekê ew hingiv cemidiye. Têkiliya vê bi kêm û zêdebûna rêjeya şêyê heye di dema çêkirinê de."
Hacî Bezarê ku xwediyê 150 kendû û 300 hezar kîlo hingivî ye wiha behsa kar û xebata mêşan kir: "Melîke dayika hemû koman e, karê melîkeyê tenê hêkdanîn e û berevajiyê melîkeya siyasî ku xwediya desthilatê ye karê melîkeyê di dinyaya hingiv de wezîfeya rêkxistina karûbarê hingiv e û polînan dike du beş, yek jî diçe derve û yek jî tenê li hundir dimînin. Yên diçin derve umrê wan di ser 21 rojî re ye, yên ku li hundir dimînin jî di binya 21 rojî de ne û heqê wan ê derketina derve tuneye. Dema ku em li karê derve û yê hundir dinêrin, hevsengiyeke temam heye. Ev jî ji hêla melîke ve tê rêkxistin. Loma her dema ku ew hevsengî ne temam be mêş melîkeya xwe diguherînin."
Der heqê dayîna şekir bi mêşan jî Hacî Bezar got:
"Tu merheleya ku tu şekir nedî mêşê tuneye. Eger heta meha adarê şekir bidî mêşê normal e, lê eger mêşvanek piştî meha adarê şekir bide mêşê ew tiştekî xerab e û tesîrê li ser hingiv çêdike."
Li bazarên Herêma Kurdistana Iraqê, digel hilberîna hingivê li çiyayên Herêmê, ji Îran û Tirkiyê jî tê îdxalkirin.