Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) dengdayîna ji bo hilbijartinên parlementoyê didome.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Erbîlê daxuyand ku heta niha tu bûyer neqewimîne.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Erbîlê Henderer Mûhammed diyar kir ku heta niha tu bûyerên provakatîf çênebûne û wiha dewam kir: "Heta niha di dengdayînan de tu bûyer derneketin û her tişt gelek baş diçe."