17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Hîndekarê Teqawidbûyî yê Zanîngeha Prîncentonê û Profesorê Hiqûqa Navneteweyî Rîchard A. Falk got, "Di mijara Filistînê da hiqûqa navneteweyî bi awayekî eşkere û ji her alî va li aliyê Filistînê ye."
Profesor Rîchard A. Falk li Kampusa Halkaliyê ya Zanîngeha Sabahattîn Zaîm konferaseke bi navê "Filistîn, Cudakarî û Pêşeroj"ê da. Falk di axaftina xwe da li ser aliyê hiqûqî ya pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê axivî û ji aliyê hiqûqa navneteweyî va bi destê Îsraîlê dagirkirina Qudsê nirxand.
Prof. Falk diyar kir ku Îsraîlê hiqûqa navneteweyî îxlal kir û Quds dagir kir û got, "Bi destê Îsraîlê dagirkirina Qudsê, birîna ava bajarên Filistînê, avakirina ciyên dereqanûnî, bikaranîna hêzê bi tevahî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Di vê mijarê da tişta teqez û eşkere ew e ku li dijî van hemû pêkanînên dereqanûnî yên Îsraîlê rêya midaxeleya hiqûqa navneteweyî vekirî ye."
Falk got ku Îsraîlê di "Şerê 6 Rojan" ê sala 1967an da Misir û Urdin têk bir û Girên Golanê yên Sûriyeyê dagir kir û piştî vê dest bi dagirkirina erdên Filistînê kir.
Falk got Îsraîlê bi îdiaya paytextê "hetahetayî û parçenebûyî" va Quds dagir kir û biserneketina Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne kir ku ka çima di mijara çareserkirina pirsgirêka Îsraîl-Filistînê da bi kêr nayê.
Falk wiha got: "Pirsgirêke herî sereke ya ku dibê Neteweyên Yekbûyî çareser bike pirsgirêka Filistînê ye. Zor neda Îsraîlê ku endamê NYyê ye û pirsgirêka Filistînê çareser nekirin. Hiqûqa navneteweyî li gor zeyîfbûn û hêzdarbûnê nayê amadekirin. Dibê ji her kesî ra di heman mesafeyê da be."
Falk bal kişand ser têkoşîna filistiyan ya ji bo heqê tayînkirina qedera xwe û got, "Rastî, şertê bibênebê yê sîstema hiqûqê ye. Pirsgirêka Filistînê rastî ye, gelê Filistînê têkoşîneke heqane dide. Hedefa wan ew e ku aştiyeke mayînde ava bikin û qedera xwe tayîn bikin. Ev zehf girîng e. Dibê sîstema navneteweyî di vê mijarê da biryareke teqez bistîne."
Profesor Falk wiha axivî: "Di mijara Filistînê da hiqûqa navneteweyî bi awayekî eşkere û ji her alî va li aliyê Filistînê ye."