Li Barcelonayê di bûyera li Las Ramblasa herêma tûrîstîk de 13 kes mirin û ji 20î zêdetir jî kes birîndar bûne.
Elif Orhan
17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
Ankara
BARCELONA
Hat ragihandin ku li Barcelonaya bajarê Îspanyayê minîbûsek derket peyarêyê û ket nav qerebalixê, di encama bûyerê de 13 kes mirin herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Meqamên fermî der heqê jimara mirî û birîndaran de tu daxuyanî nedan, rojnameya El Mundo ya Îspanyol ragihand ku li bajarê Barcelonayê li Las Ramblasê minîbûsek ket nav qerebalixê, di encama bûyerê de 13 kes mirin û ji 20î zêdetir jî kes birîndar bûne.
Polêsên Qatalanan eşkere kirin ku bûyera li Las Ramblasê êrîşa terorê ye û diyar kir ku protokola ewlehiyê di asta herî jor de aktîf kirin.
Di vê navberê de cendirmeyan îlan kir ku nasnameya kesekî ji du kesên ku wek gumanbarê terorê lê digerin Drîss Oukabîr e.
Hat diyarkirin ku bi şika êrîşeke terorê ya duyemîn li taxa Vîcê kamyonetek hat dîtin
Ji aliyê din ve televîzyona Qatalanan a Fermî da zanîn ku çend kesên çekdar ketin restoranekî bi navê Bar Luna de Estambul a li Las Ramblasê û derî ser xwe girtin.
Polêsên Qatalanan pêşniyazê gel kir ku danekevin kolanan.
Navenda ewlehiyê ya Hikûmeta Rêveberiya Xweser a Qatalonyayê acîl civiya.
Polêsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin û îstasyonên metro û trênê jî hatin girtin.