HEWLÊR
Wezîrê Darayiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Rêbaz Mihemed da zanîn ku dê temamiya pereyê nefta ku ji ser Tirkiyeyê re îxraç dikin, tevî budçeya xwe bikin.
Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku temamiya pereyê neftê ya ku ji Herêma Kurdistanê bi xeta boriyê tê îxraçkirin bistînin, amadehiyan dikin.
Mihemed wiha axivî: "Hikûmeta navendî ya Bexdayê ev 7 meh in ku budçeya me dibire. Em ji bo ku vê kêmasiyê temam bikin, ji nefta ku me firot em ê para xwe ji sedî 17yê derxînin ji sedî 100î. Em dê tezmînata şer a ku dê bidin Qûweytê jî ji vê dahata neftê bidin. Ev sepan dê piştî remezanê dest pê bike û me hikûmeta Bexdayê der barê vê yekê de agahdar kir."
- Milyonek û 400 hezar kes mehane distînin
Mihemed got ku "Li Herêma Kurdistanê milyonek û 400 hezar kes ji hikûmetê mehane distînin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Kesên ku du mehane distînin jî hene. Ji bo ku em bikaribin van mehaneyan bidin, divê her meh milyar dolarek pere bikeve destê me. Lê mixabin Bexda para me ya ji budçeyê naşîne."
Mihemed destnîşan kir ji bo ku bikaribin ji vê qeyrana aboriyê ya ku niha tê de ne xilas bibin, mecbûr in ku sewqiyata neftê zêde bikin. Mihemed axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin jî neyên çareserkirin jî armanca me ew e ku em heta dawiya salê, nefta ku tê îxraçkirin rojane derxînin milyon warîlekê. Heke ev sewqiyat çêbe, dê pirsgirêka mezin a li herêma me jî bê çareserkirin."
Mihemed got ji bo ku em ji vê qeyranê derkevin me ji tu welatekekê daxwaza pereyê deyn nekir.