Fatih Gazioğlu
01 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
WASHÎNGTON
Hope Hîcksa (29) Dîrektora Ragihandinê ya Qesra Spî ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hope Hîcksê der barê îstifaya xwe da daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Ji bo spaskirina Serok Donald Trump tu peyv tunene ku ez bikarbînim."
Der barê îstîfaya Hîcksê ji Qesra Spî daxuyaniyek hat dayîn û spasiya wê kirin, lê der barê sedema îstifayê de tu agahî nehatin dayin.
Hope Hîcksa jin ew sê sal bûn bi Donald Trump ra dixebîtî û xebatkareke nêzî wî bû.
Li gor agahiyan Hope Hîcks wezîfeya xwe ya kesekî tê şûna wê de dewam bike.
Hîckê pêr jî di çarçoveya lêpirsina Rûsyayê de, pêşiya Komîteya Îstîxbaratê ya Meclis Nûnerên Amerîkayê 8 saetan îfade dabû.