Hat ragihandin ku hikûmeta Îsraîlê ji bo êrîşa bejahî ya artêşê, biryar da ku 18 hezar leşkerên yêdek bên li ser wezîfeyê.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de diyar kir ku hikûmetê ji bo êrîşa bejahî ya artêşê, biryar da ku 18 hezar leşkerên yêdek jî bên li ser wezîfeyê.
Ji hêla din li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê ya ku kevintirîn rojnameya rojane ya Îsraîlê ye, piştî ku hikûmetê 18 hezar leşkerên yêdek xwest li ser vezîfeyê, Serokê DYAyê Barack Obama bi têlefonê li Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû geriya.
Li gorî nûçeya Haaretzê kabîneya ewlekariya Îsraîlê dê di saet 11.00an de di bin serokatiya Serokwezîr Netanyahû de bicive.