ANKARA
Serokatiya Ljneya Bilind a Dadger û Dozgeran 478 jê edlî û 7 jî îdarî bi tevahî 485 namzedên dozger û dadgeran tayîn kir.
Biryara HSYKyê ya tayinkirinê di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku bi peşka HSYKyê ya ku di 27ê sermaweza 2014an de hat kişandin, li gor benda 13an a Zagona Dadger û Dozgeran a bi nimroya 2802yan dozger û dadger hatin tayînkirin.