Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ragihand ku dê hezar û 155 lîre zem bê ser mehaniya hemû dadger û dozgeran digel endamên dozgerî û şûraya dewletê; herwiha piştî zemê dê mehaniya dadgerên ku nû dest bikar kirin ji 3 hezar û 986 lîreyî derkeve 5 hezar û 141 lîreyan.
Bozdag ragihand ku dê pêşnûmeya qanûnê sibê pêşkêşî parlementoyê bikin. Îxtîmaleke mezin hevdîtinên Lijneya Giştî dê di çiriya pêşîn de temam bibin. Bozdag di civîna çapemeniya ku li Dadgeriya Ankarayê hat lidarxistin de der barê xebatên li ser mafên dadger û dozgeran tên kirin de agahî da.
Bozdag got ku mehaniyên dadger û dozgeran dê zêde bikin û wiha dewam kir: "Dê hezar û 155 lîre zem bê ser mehaniya hemû dadger û dozgeran digel endamên dozgerî û şûraya dewletê; herwiha piştî zemê dê mehaniya dadgerên ku nû dest bikar kirin ji 3 hezar û 986 lîreyî derkeve 5 hezar û 141 lîreyan."