Serokwezîr Ahmet Davutoglu di çarçoveya rêziknameya angajmanê da bi destê jetên Tirkiyeyê xistina firokeya Sûriyeyê wek nîşandana biryardariya Tirkiyeyê nirxand û wiha got: "Ji ber ku biryardariya Tirkiyeyê nîşan dide ev bersiva zehf girîng e. Rayeya ku me daye Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê eşkere ye. Bi çi hincetî dibe bira bibe, hezkî ji erdê hezkî ji hewayê dema ku yek sînorê me binpê bike miheqeq ew ê cezayê xwe bibîne. Ez hêvî dikim ku ev peyam hatibe hildan û careke din dîsa sînorê me neyê îxlalkirin."
Davutoglu di bernameya "Serok di Starê da ne" ya ku li ser televizyona Starê tê weşandin da pirsên der barê rojevê da bersivand.
Davutoglu li ser pirseke der barê bi destê jetên Tirkiyeyê xistina firokeya Sûriyeyê da diyar kir ku bi Fermandarê Hêzên Hewayê Akin Ozturk ra axivî û wiha pê da çû:
"Rast e. Hewa bi mij bûye ji ber vê yekê pêşiyê wek wesayîta hewayê ya Sûriyeyê hatiye tesbîtkirin û paşê hatiye dîtin ku firoke ye. Qasî 7 mîlan ketiye sînorê me li ser vê yekê pêşiyê hişyarî danê. Firokeyê guh nedaye û dîsa li ser erdê me firiyaye. Hûn jî dizanin ku piştî bûyerên li Sûriyeyê me telîmat dabû û rêzikname hatibû amadekirin. Kî dibe bira bibe bi çi hincetê va dibe bira bibe heke yek sinorê me binpê bike emê bersivê bidinê. Jetên me bersiv danê û firoke li ser erdê Sûriyeyê dikeve."
- "Hêz û qudreta Tirkiyeyê eşkere ye"
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku ji ber ku biryardariya Tirkiyeyê nîşan dide ev bersiva zehf girîng e û wiha xeberda:
"Ez carekê dîsa dibêjim. Rayeya ku me daye Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê eşkere ye. Bi çi hincetî dibe bira bibe, hezkî ji erdê hezkî ji hewayê dema ku yek sînorê me binpê bike miheqeq ew ê cezayê xwe bibîne. Ez hêvî dikim ku ev peyam hatibe hildan û careke din dîsa sînorê me neyê îxlalkirin."
Ji Serokwezîr Davutoglu pirsîn gelo Sûriyeyê bertek nîşan da an na li ser vê Davutoglu wiha got: "Heta vê gavê ji Sûriyeyê tu bertekek nehat. Jixwe di demên wiha da ew jî dizanin tiştê kirine xelet e, ew ê bertekê nîşanî çi bidin? Heke bertekê nîşan bidin ew ê bi heman biryardariyê bersiva xwe jî hildin. Me piştî êrîşên li ser teyareyên xwe ev biryar û rêzika eşkere kiribû. Telîmat eşkere ye. Min ji Fermandarê Hêzên Hewayê ra jî got ji ber vê helwesta biryardariyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û pîlotên me pîroz dikim. Min Fermandarê Hêzên Hewayê ra got bi taybetî jî wî pîlotê me yê ku firoke xist pîroz dikim û têm çavên wî. Lewra di vê mijarê da hêz û qudreta Tirkiyeyê eşkere ye. Ev biryardariya ku hat nîşan dan rast e, heke careke din dîsa tiştekê wiha bibe hêzên me yê bi heman biryardariyê bersivê bibin."