MEZARÊ ŞERÎF
Di pevçûnên ku biqasî 6 rojan dewam kirin de bi tevahî 101 milîtan, 7 neferên ewlekariyê û sivîlek mirin.
Waliyê Gûrê Anver Rahmatî daxuyand ku hêzên ewlehiyê yên efxan li Çarseda û Pasabanda navçeyên Gûrê operasyon birin ser rêxistinê û piştî operasyonê pevçûn derket.
Rahmatî destnîşan kir ku pevçûn biqasî 6 rojan dewam kir û 7 neferên ewlekariyê û sivîlek mirin û bi tevahî 101 milîtan jî hatin kuştin. Rahmatî dîsa got ku 30 milîtan û 11 hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Talîbanê ev sê heftêye ku dest bi operesyona bi navê "Azîm" kiribû û demekê dirêj e li welêt çalakiyan lidar dixe.