ŞAM (AA) - Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) daxuyand ku hêzên artêşa Esed, hin bajaran ji hewa û bejahiyê operasyon kirin. Di operasyonan de 11 jê zarok, 9 jê jin bi tevahî 169 kes mirin.
Di daxuyaniya rêxistinê de hat gotin ku di operasyonan de li Helebê 105, li Şamê 35, li Derayê 8, li Hamayê 11, li Kûneytrayê 4, li Îdlibê 1, li Xûmûsê 2, li Deyrûz Zorê 2 û li Lazkiyeyê 1, bi tevahî 169 kes mirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Esed li 24 kesan îşkence kiriye û di nav van bûyerên ku welêt diqewimin de bajarên ku herî zêde xisarê dibînin Heleb û Şam e.
- Balafiran bi 40 bombeyên warîlê ve êrîşî Helebê kirin
Berpisyarê medyayê yê Komîteya Koordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê Ehmed Mihemed Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Elî daxuyand ku balafirên hêzên Esed di rojêkê de bi 40 bombeyên warîlê êrîşî herêmên ku di bin kontola muxalifan de ye kirin.