23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
MÛSIL
Hêza Polêsê Federal ê Iraqê ragihand ku ewan firgeha Balafirxaneya Navneteweyî ya Mûsilê bidest xistiye.
Fermandeyê Hêzên Siwatê General Ebdulezîz Riza Mûsewî bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê ragihand ku ewan firgeha Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê kontrol kiriye.
Mûsewî wiha agahî dan: "Hêzên çûn nava firgehê, niha mijûlî paqijkirina bombe û wesayitên bomberêjkirî ne. DEAŞ ew li wir tijî bombe kirine û danîne."
Vê sibehê êrişa Serbazgeha Xezlaniyê ji aliyê Hêzên Dijeteror û operasyona balafirgehê jî ji aliyê Polêsê Federal ve hatibû destpêkirin.