23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Fona Alîkariya Zarokan a NYyê (UNICEF) bang kir ku xebatkarê berê yê UNICEFê Baguer Namaziyê 80 salî yê ku li Îranê girtî ye, bê berdan.
Di daxuyaniya UNICEFê da hat destnîşankirin ku Namaziyê 80 salî salek berê hat girtin û ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa tenduristiya wî xirab e û wiha hat gotin, "Rewşa tenduristiya Namazî her roj hirabtir dibe û em ji vê yekê ditirsin. Namazî 80 salî ye û hewcedariya wî bi alîkariya malbat û hevalên wî heye. Divê di kurtedemekê da bê berdan ku biçe cem malbata xwe. Piştî ku emrê xwe di rêya xebatên xêrxwaziyê da xerc kir, teqawidiyeke aram heq kiribû."
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku ev banga 4emîn e û ew hêvîdar in ku Namazî were berdan.
Namazî beriya şoreşa Îranê serdemekê walîtî jî kiribû û herwiha hemwelatiya wî ya DYAyê jî heye.
Lawê Namazî, Sîamak Namazî ku li DYAyê karê bazirganiyê dike, di cotmeha 2015an da li Îranê hatibû girtin û herwiha bi tawanbariya hevkariya digel DYAyê herduyan jî 10 sal cezayê hebsê xwaribûn.