Elif Irmak
29 Gulan 2020•Rojanekirin: 30 Gulan 2020
Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî dema midaxaleyî xwepêşandana ku dijî niştewarên cihûyan û Dîwarê Veqetînê (Şerm) hat lidarxistin kir Nîdal Iştiyyeyê fotonûçegihanê serbest ê Ajansa Anadoluyê (AA) jî di nav da 5 Filistînî birîndar kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat bidestxistin Filîstînî li bajaroka Kefr Kadduma li ser Nablusa bajarê Şerîaya Rojava û niştewarên cihûyan ên dereqanûnî yên li bajaroka Nîlîna li ser Ramallahê û berteka ji bo Dîwarê Veqetînê xwepêşandan li dar xist.
Hêzên Îsraîlê bi guleyên plastîk û xaza rondikrêj midaxaleyî xwepêşandêran kir û Filîstînyan li ser vê kevir avêtin.
Iştiyyeyê fotonûçegihanê serbest ê AAyê yê ku xwepêşandana li Kefr Kaddumê dişopîne û 4 xwepêşandêr bûn hedefên guleyên plastîk ên ku hêzên Îsraîlê berdan.
Iştiyye ji piyê xwe birîndar bû û ekîbên tenduristiyê yên Filîstînî yên li herêmê ew derman kirin û diyar kir ku rewşa wî baş e.
Iştiyye di sala 2017an da jî dîsa dema ku xwepêşandanên li Kefr Kaddumê dişopand bi guleyê plastîk ê ku hêzên Îsraîlê berda ji piyê xwe birîndar bibû.