ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Hûn beka û hizûra civakeke mezin temsîl dikin. Bi saya we, têgeha rizqê helal di jiyana me de rûnişt. Hûn wek dîrokeke zindî ne û ji bo me mînakek in. Em ê her tim li bal we bin. Hûn qet nekevin nav fikaran û meraq nekin, ev welat dê tu caran venegere wan salên 2001-2002an."
Serokwezîr Davutoglu got: "Krêdiya bêfaîz dê bidin kesên ku bi pîşeyên li ber windabûnê re mijûl dibin. Parastina van pîşeyan wezîfeya me ye, ne tenê wezîfe ew emanetî me ne. Ma dibe ku ji bo mîrata me ya çandî mirov krêdiya bifaîz bide wan? Em ê krêdiya bêfaîz bidin wan kesên ku bi van pîşeyên li ber windabûnê ne re mijûl dibin."