IYARBAKIR
Şaredariya Yenîşehirê ya Diyarbekirê zarokên Kobanê ji kontrola tenduristiyê derbas kir.
Di daxuyaniya Şaredariya Yenîşehirê da hat diyarkirin ku piştî ku kinc û amûrên perwerdeyê li zarokên ji Kobanêyê belav kirin kontrola tenduristiyê jî hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi tevkariya SES û Odeya Tebîban kontrola tenduristiya 135 zarokên ji Kobanêyê hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku zarok û mamosteyên wan ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û 3 doxtorên malbatê, 7 doxtorên diranan, 7 hemşîre û pisporekê dermatolojiyê kontrola tendristiyê kirin.
Hat destnîşankirin ku Şaredariya Yenîşehirê piştî kontrola tenduristiyê mecun û firçeya diranan, pêjgîrên şil li zarokan belav kir.