ŞANLIURFA
Saziya arîkariyên sivîl ya Japonan AAR arîkariya gelê kobanêyî yên ku xwe spartine Tirkiyeyê kir.
Di erdheja Wanê de ji wezîfedarên saziya AARyê Atsûshî Miyazakî miribû û koma ku li Sirûcê arîkariya kurdên Sûriyeyê yên xwe spartine Tirkiyeyê kir jî hevalên wê bûn. Koma japonan bi mazûvaniya Komeleya Alîkariya Mirovahiyê ya Piştgiriya Jiyanê ve hat Sirûcê.
Ekîba AARyê gelê kobanêyî yên ku di kampê de dimînin ziyaret kir, xurek û betanî jî wek alîkarî li penaberên kurd belavkirin.
Koordînatorê AARyê Yûîchîro Yamamato daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku ew li çar aliyê dinyayê alîkariyê dibin cihên ku hewcedariya merivan pê heye û wiha dewam kir: "Me bi gelê ku ji Kobanêyê hatine re xeberda. Ev 2 salin ku em alîkariyê didin penaberên sûriyî. Me ji gelê kobanêyî re jî hezar koliyên ku betanî û xurek tê de hene anî."
Gelê Kobanêyê ku di kampê de dimînin jî ji bo alîkariyê ji rayedarên AARyê re spas kirin.