WASHINGTON
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Chûck Hagel diyar kir ku bi awayekî eşkere nebe jî xêra koalîsyona navneteweyî ya ku li dijî DÎŞIyê têdikoşe ji rejîma Esed re heye.
Hegel di bernameya televizyona PBSyê de pirsên pêşkeşvanê navdar Charlîe Rose bersivand û diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê di têkoşîna xwe ya li dijî DÎŞIyê de niha gelek baş in û wiha pê de çû: "Helbet pêşveçûn dê hebe, kêmasî jî hebe lê niha dîsa jî rewş baş e."
Wezîrê Parastinê yê DYAyê destnîşan kir DÎŞI him ji bo wan û him jî ji bo welatên herêmê talûkeyeke ji ber vê jî ji bo ku koka DÎŞIyê biqelînin dixebitin.
Hagel wiha got: "DÎŞI ne wek organîzasyonên din e. Ew bi awayekî pir baş hatine ewilandin, perwerdekirin, pir baş organîze dibin hov in û rehma wan qet tûneye. Van hemû taybetiyên hanê me berê di tu rêxistinekê de nedîtûbû lewra ev hemû tişt di DÎŞIyê de hene. Zû dereng em ê helbet wan têk bibin û li hemberî wan biserkevin."
Ji Hegel hat pirsîn "Gelo ew koalîsyona ku li dijî DÎŞIyê têdikoşe hat avakirin kêrî rejîma Esed tê yan na?"
Hegel diyarkir ku nerasterast be jî kolasîyon bi kêrî Esed tê û bersiva xwe wiha domand: "Bi awayekî eşkere nebe jî xêra koalîsyonê ji Esed re heye lewra kesê ku alozî derxist Esed bi xwe ye. Li Sûriyeyê bi rêya leşkeriyê çareserî nabe. Bi tenê çareseriyeke dîplomatîk mimkun e. Tu kes li Sûriyeyê di her aliyê de hikûmeteke kubiserneketî naxwaze. Desthilatdariya Esed jî wê çawa dev ji cihê xwe berde ev jî pir girîng e."