13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
MOSKOVA
Rûsyayê daxuyand ku ji aliyê Koreya Bakur va ceribandina fuzeyê dibe sedema xemgînî û fikarê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê da, ceribandina fuzeyê ya ku ji aliyê rêveberiya Pyongyangê va dawiya hefteyê pêk hat, wekî gaveke ku biryara Konseya Ewlekariya NYyê binpê dike, hat tewsîfkirin û herwiha di daxuyaniyê da bangewazî li hemû layenan hat kirin da ku ji gavên rageşiyê gur dike, dûr bisekinin.
Di daxuyaniyê da herwisa bal hat kişandin ku Rûsya wisa bawer e ku tekane çareseriya kêşeyên li nîvgirava Koreyê, rêbaza siyasî û dîplomatîk e.
Di nûçeya KCNAya ajansa fermî ya Koreya Bakur da hatibû ragihandin ku Koreya Bakur roja yekşemê fuzeyeke balîstîk bi awayekî serkeftî firand. Herwiha hatibû destnîşankirin ku ceribandina di çavdêriya Serokê Dewletê Kîm Jong-ûn da hat kirin û ji ber welatên cîran, fuze di îrtifayeke bilind da hat avêtin û herwiha Pukguksong-2 dikare kapsula nukleerê ya cengê jî li xwe bigire.