13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
ANKARA
Sertîfîkaya Xelata Aştiyê ya Nobelê û madalyaya zêrîn a ku Kailash Satyarthiyê ji Hindistanê û parêzgerê mafên zarokan hildabû hatibû dizîn, hat dîtin.
Li gor nûçeya di BBCyê rayedarên ewlehiyê ragihandin ku sertîfîka û madalyaya Nobelê ya hefteya borî ji mala Satyarthî ya li paytext Delhiya Nû hatibû dizîn, tevlî cewahirên din hatin dîtin.
Der barê bûyerê da 3 kes hatin binçavkirin û Satyarthiyê daxuyanî da rojnameya Îndîa Todayê got: "Baweriya min a bi gel, polês û hikûmeta vî welatê bêhempa heye. Ez ji polêsê Delhiyê ra ji ber ku eşyayên ji mala min hatibûn dizîn dîtin spas dikim."
Satyarthiyê 63 saliyê parêzgerê mafên zarokan û Malala Yusufzaya ya parêzgera mafên mirovan a ji Pakistanê di sala 2014an da bihevra Xelata Aştiyê ya Nobelê hildabûn.
Rêxistina Bachpan Bachao Andolanê ji aliyê Satyarthî va hat avakirin. Rêxistin li Hindistanê ji salên 1990î heta niha ji bo zarokên ku didin xebatê têkoşînê dide. Vê rêxistinê 80 hezar zarokên ku wek kole didan xebatê daye berdan û bûye sedem ku tedawî û perwerde bibin.
Satyarthî li Navenda Karkeriya Zarokan û Perwerdeyê ya Navneteweyî roleke xwe ya aktîf heye û di heman demê da ji bo berên zarokên ku li welatên Asyaya Başûr wek kole dixebitîn û çêkirin, kampanya li dar xistibûn.
Satyarthî li welatên dinyayê bûye yekî navdar. Di sala 1984an da Almanyayê Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Aachenerê, di sala 1995an da amerîkayê Xelata Mafên Mirovan ya Robert F. Kennedyê dayê. Senatoya Îtalyayê jî di 2007an da madalya dayê. Her wiha Amerîkayê jî di 2009an da Xelata Parêzvanên Demokrasiyê dabûyê.