13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
EL-XELÎL
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) herêma Harema Îbrahîm û Bajarê Kevin a li bajarê El-Xelîlaya Şerîaya Rojava kir nava Lîsteya Mîrata Dinyayê. Tê gotin ku ev cih û warên li vê herêmê û mîmariya bêhemta ev paye ji zû va heq kiriye.
Serokê Daîreya Plankirin û Xebatê ya Şaredariya El-Xelîlê Ala Şahîn ji nûçegihanê AAyê ra qala taybetiyên Harema Şerîf û Bajarê Kevin kir.
Şahîn diyar kir, "Ji bo ku herêmek bikeve nav Lîsteya Mîrata Dinyayê UNESCOyê şeş merc danîne û ji herêmekê divê herî kêm şertek bi cih were ku tevlî lîsteyê bibe. Herêma Harema Îbrahîm û Bajarê Kevin ê li bajarê El-Xelîliyeyê jî xwediyê sê mercên UNESCOyê ne."
Şahîn diyar kir, ji van mercan yek jê taybetiyên mîmarî ne û wiha dewam kir: "Li Harema Îbrahîm emrê mîmariyê ji 2 hezar salî zêdetir e û mîmariyeke bêhemta ye. Li Bajarê Kevin jî hewşên ku mîmariya wan resen in û rewşa aborî û civatî dide nîşan. Ji bo tevlêkirina lîsteyê ev şêweya mîmariyê pîvan hat qebûlkirin."
Şahîn diyar kir, mercê duyemîn jî ew e ku "Harema Îbrahîm ji aliyê dînî va girîng e û tesîra wê ya kevneşopî, edet li ser nirxên gelê herêmê hene."
Şahîn got ku mercê sêyemîn jî "li herêmê avahiyên ku ji bo dinyayê girîng in hene", bi dîroka xwe ya nêzî 2 hezar salan va tenê ev merc dikare Harema Îbrahîm li Lîsteya Mîrata Dinyayê zêde bike.