Fatih Gazioğlu
16 Adar 2018•Rojanekirin: 16 Adar 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê der barê Minbicê de got ku bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin û ji bona ku li hev rûnin xebatên xwe didomînin.
Nauerta berdevk di civîna çapemeniyê de Operasyona Çiqlê Zeytûnê û mijara hevdîtinên der barê Minbîcê da nirxand.
Naurtê wiha got: "Li ser Minbicê me bi Tirkiyeyê re gelek hevdîtin kirin. Hefteya borî me hin civînên ku bi qasî roj û nîvekî domiyan bi wan re kirin. Em hê jî ji bo lihevkirinê dixebitin."