16 Adar 2018•Rojanekirin: 17 Adar 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê li Xakurk û Kanîreşa herêmên li bakurê Iraqê bi operasyonên ji beja û esman va 10 terorîst berteref kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê hat diyarkirin Fermandariya Tumena Piyade ya 3yemîn li Xakurk û Kanîreşa herêmên li bakurê Iraqê derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin operasyon li geliyên ku qederê 10-15 kîlomêtro kûr in hat kirin û yek ji bêtonê gelek sitargeh hatin tesbîtkirin.
Di teqîbat û operasyonê da konkurseke moşeka antîtankê, rokêtavêjeke RPG-7, doçkayek, tivingeke BKC, keleşek, tivingeke M-16, gule û cebilxaneyên curbecur, amûrên rêxistinê, xwarin û xurek hat qefaltin.
Hat diyarkirin li herêma ku 2 hezar û 500 mêtro bilind e bi operasyonên ji beja û esman va 10 terorîst hatin berterefkirin.