27 Gulan 2016•Rojanekirin: 29 Gulan 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê li Helebê ji asmanan va êrîşî herêmên di destê mixalifan da ne kirin, di êrîşan da 8 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîlan sitand, balafirên şer ên artêşê êrîş birin ser Hreytan û Enedana navçe û Kafr Hamra û Heyrana bajarokên Helebê yên ku kontrola wan di destê mixalfifan da ne.
Rayedaran gotin ku di êrîşan da 8 sivîl mirin, 17 kes jî birîndar bûn, li dewsa bûyeran zirarên mezin çêbûn.
Di encama êrîşên rêvebiriya Şamê da ev sal e li Heleb û navçe, gund û bajarokên li dorê yên di destê mixalifan da ceyran tune. Binesaziya herêmê serobino bû, ji ber êrşan jî rê bûne kort û holp meriv nikare jê ra here û were.